Salih Muslim: PDK bi aqilane tevnegere wê gelekî bixisire

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Salih Muslim: Yên ku bi ser qadên gerîla ve dişînin, pêşmerge nîne. Hêzên di bin fermana hin navendan de ye. Lîstikeke gelekî xetere tê lîstin. Eger PDK bi aqilane tevnegere wê gelekî bixisire.

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim li ser tecrîda li Îmraliyê, helwesta li dijî tecrîdê, êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, liv û tevgera hêzên PDK'ê yên li qadên gerîla, trafîka dîplomasiyê ya li Bexdayê, êrişên dagirkeriyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kiryarên şerê psîkolojîk û taybet, hevdîtinên yekîtiya neteweyî ya Kurd û nîqaşên xweseriyê yên ji bo herêmên Deraa û Sûweydayê nirxand.

Beşa destpêkê ya hevpeyvîna bi Salih Muslim re wiha ye:

Li Îmraliyê tecrîdeke girankirî heye. Gelê Kurd li her deverê li ber vê yekê radibe. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Meseleya Rêbertî bûye mijareke diyarker. Gelê Kurd li ku dibe bila bibe, bêyî azadiya Rêbertî weke ku tiştek bi dest nexistiye. Yan jî weke ku destketiyên heyî demkî bin. Ji xwe dijmin jî bi vê zane. Ji destpêkê ve dijmin êşkence, zext û tecrîda li Îmraliyê bi vê têgihiştinê dimeşîne. Bi komploya navneteweyî re xwestin ku serî qut bike û piştre bedenê parçe bike. Ev polîtîka hîn jî dewam dike.

Ji gotineke Rêbertî jî aciz dibin. Bi dilsoziya Kurdan a bi Rêbertî re zanin. Ji ber vê yekê ji bo gelê Kurd bitepisînin li wir êşkence û tecrîdê dikin. Mesele di vir de ye. Li dijî vê yekê jî Kurd li her devera lê ne li ber xwe didin. Li zindanan, meydanan, li Ewropayê, li Kuridstanê li dijî vê li ber xwe didin. Êdî haya her kesî bi vê heye. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd muxatabekî bi tenê heye. Ew jî Rêber Abdullah Ocalan e. Tenê ew dikare gelê Kurd îqna bike. Wekî din çareyeke xwe nîne. Bi dewamkirina vê tecrîdê nîşan didin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nêta xwe nîne ku gaveke cidî biavêjin. Ev zext nîşan dide ku nêta wan nebaş e. Gel jî li hemberî vê li ber xwe dide, wê li ber xwe bide.

Kîjan hêz dibe bila bibe, eger bi rastî jî li Rojhilata Navîn aramiyê dixwaze, eger dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike divê teqez ji Îmraliyê dest pê bike. Gelê Kurd tenê li Îmraliyê guhdarî dike. Rêyeke cuda nîne. Her kes znae ku çareseriyek bêyî Rêber Ocalan nabe.

Ji ber vê yekê jî zext û tecrîd dewam dike. Tecrîda li wê derê di nava ti qanûnê de nîne. Li gorî qanûnên navneteweyî nîne. Hatiye rewşeke welê ku êdî aliyê wê yê exlaqî jî nemaye. Ji ber vê yekê nayê qebûlkirin. Li Ewropayê be, li devereke din be eger bi rastî jî behsa mafên mirovan û mirovbûnê tê kirin, divê teqez ev rastî were dîtin.

Faşîzma Tirk Kurdan, qanûnan, pîvanan binpê dike û bi ya xwe dike. Divê hinek li ber vê rabe. Ev wezîfe jî dibe para gelê Kurd. Faşîzma Tirk ji bilî gelê Kurd ti astengiyê li pêşiya xwe nabîne. Lewma divê dostên gelê Kurd, hêzên demokratîk û her kes li hemberî vê zordariyê rabin.

Êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin. HPG'ê ragihand ku 7 gerîla di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûn. Hêzên PDK'ê ku ne tenê agahiya îstîxabaratî dide MÎT'ê her wiha liv û tevgera xwe ya li qadên gerîla jî zêde kir. Kurdên Rojavayî vê rewşê çawa dinirxînin? Helwesta we çi ye?

Li wir şerek diqewime. Ev şer di navbera gerîlayên Kurd û dewleta Tirk de ye. Gerîlayên Kurd kî ne? Gerîlayên Kurd ne tenê Kurdên ji Bakur e. Ji hemû parçeyan li hev kom bûne û Kurdistanê diparêzin. Yanî ji Başûr e, ji Rojava ye, ji Rojhilat e, ji Bakur e. Ji destpêka vî şerî ve ewqas ciwanên me şehîd bûn. Ji Kobanê, ji Hesekê, ji Qamişloyê şehîd bûn. Ji parçeyên din şehîd bûn. Wê demê ev şer Kurdan hemûyan eleqedar dike. Dewleta Tirk dema ku êriş dike ne tenê êrişî Kurdên Bakur an jî PKK'ê dike; li dijî tevahiya gelê Kurd şer dike. Wê demê yên ku hevkariyê ji dewleta Tirk re dike hingî li dijî tevahiya gelê Kurd şer dike.

Di nava PDK'ê de derdoreke welê heye; gelo îradeya xwe teslîm kiriye yan jî firotiye ku planên Tirkiyeyê bi cih tînin. Bi qasî ku em dişopînin, yên ku dişînin qadên gerîla pêşmerge nîne. Bi giranî hêzên taybet ên ser bi PDK'ê ne. Eşkere ye ku di bin fermana kê de ne. Mîna Gulan, Zeravanî... Her kes zane ku ev hemû bi kê ve girêdayî ne. Lewma lîstikeke gelekî xetere tê lîstin. Beriya her tiştî lîstikeke xetere li ser gelê Kurd, hêza Kurdan û li dijî PDK'ê bi xwe ye. Di encama berxwedana Kurdan de nirxek hatiye afirandin. Bi vî şerî guliyê li binê lingê xwe dibire.

Eger bi rastî jî şerekî bi vî rengî dest pê bike, eger bi aqilane tevnegere beriya her tiştî û beriya her kesî wê PDK bixisire. Yên di nava PDK'ê de ne. Ji ber vê yekê -ji ber ku ew jî birayên me ne- bawerim eger ji vê şaşitiyê vegerin wê gelekî baş be. Tu dibêje 'ez şer nakim' lê belê bi hemû hêza xwe dorpêç kiriye. Tu alîkariyekê nake, yan jî nahêle ku gerîla ji cihekî biçe cihekî. Gerîla li Başûr dema ku ji cihekî diçe cihekî dikeve kemînê. Ev tiştekî gelekî nebaş e, lîstikeke gelekî xetere ye. Xisara vê yekê wê li tevahiya Kurdan bibe. Di serî de PDK wê bi xwe bixisire. Ji ber ku guliyê li ser e dibirin. Divê ev nebe.

Bi navê PYD'ê ji bo rawestandina van çi ji destê me bê em ê bikin. Eger navbeynkarî bibe em ê wê jî bikin. Ji hêzên me yên li vê derê çi bixwazin em amade ne bikin. Ji ber ku belayekî mezin xuya dike. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê em ê her tiştî bikin. Ji ber ku zerara vê yekê wê ne tenê li Başûr be, wê li tevahiya Kurdistanê be. Zarokê malbateke li vê derê, li wir li dijî faşîzma Tirk şer dike û şehîd dikeve. Ev yek ji bo wê malbatê cihê serbilindiyê ye. Lê belê eger zarokê li wir ji pişt ve xençer lê bê xistin û şehîd bikeve, wê hingî malbat çi bifikire? Eger bi destê Kurdan hatibe kuştin. Yan jî dema ku li dijî dijmin şer dikir, ji pişt ve lê hatibe xistin, wê hingî çi bêje? Ji ber vê yekê em nebêjin ku ev yek wê tenê li wir bimîne. Wê bandorê li hemû parçeyên Kurdistanê bike. Lîstikeke gelekî xetere ye. Hêvîdar im hêzên li wê derê wê bi aqilane tevbigerin û dest ji vê helwestê berdin. Ji ber ku ev yek belayekî mezin e ji bo tevahiya Kurdan.

Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê timî bûyerên nû diqewimin. Li Bexdayê bi beşdariya gelek welatan konferansa Iraqê hate lidarxistin. Emmanuel Macron jî serdana Kurdistanê kir. Têkildarî rewşa Kurdan û pêvajoya nû nîqaş hene. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Bawerim civîn an jî kongreya li Bexdayê bi giranî têkildarî Iraqê bû. Bi dîtina min têkildarî destwernedana li Iraqê kar û barên cîranên Iraqê bikin hatin nîqaşkirin. Bêguman Serokkomarê Fransayê jî bi navê NATO'yê tevlî civînê bû. Bawerim wê serdanên bi vî rengî dewam bikin. Teqez wê civînên cuda jî pêk werin. Di nava vê de bêguman meseleya Kurd jî heye. Macron çû Kurdistanê her wiha hewl da biçe Şengalê. Hin hêzan ew ji vê serdanê vegerandin, lê di plana wî de meseleya Kurd jî hebû.

Bawerim di vê civînê de rêveçûneke nû tê diyarkirin. Ew jî bi vî rengî ye. Beriya niha projeyek bi navê 'Şam a nû' hebû. Iraq-Şam-Misir. Niha jî wê berfireh dikin û welatên Kendavê jî tevlî dikin. Ev yek pêwendiya xwe bi polîtîkaya têkildarî Rojhilata Navîn heye.

Em di pêvajoyeke gelekî hesas de ne. Heta çend sal beriya niha kes ne li bendê bû ku Kurd di nava hevsengiyên navneteweyî yan jî Rojhilata Navîn de cih bigirin. Lê belê em dibînin ku hem hêzên hegemon, hem jî yên din, yên ku bi Rojhilata Navîn re eleqedar dibin fêhm kirin ku bêyî Kurdan çareserî pêk nayê. Şerê li vê derê jî ji bo derxistina Kurdan ji nava vê hevsengiyê ye. Divê haya Kurdan ji vê yekê hebe. Em êdî di nava hevsengiyên Rojhilata Navîn de hene. Bêyî Kurdan wê çareserî pêk neyê. Lewma em bibin yek. Bila gotin û helwesta me yek be. Em dijmin û dostên xwe nas bikin ku di nava vê hevsengiyê de karibin hem ji bo gelê xwe hem jî ji bo gelên herêmê bi roleke erênî rabin.