MSD’ê têkildarî Elûş daxuyaniyek da
MSD’ê têkildarî kuştina endamê Têkiliyên Karê Derve ya MSD’ê daxuyaniyek nivîskî da. MSD’ê di ser de sersaxî ji malbata Umer Elûş re xwest û got: “Kuştina Elûş tê wateya hedefkirina jiyana hevbeş.”
MSD’ê têkildarî kuştina endamê Têkiliyên Karê Derve ya MSD’ê daxuyaniyek nivîskî da. MSD’ê di ser de sersaxî ji malbata Umer Elûş re xwest û got: “Kuştina Elûş tê wateya hedefkirina jiyana hevbeş.”
Meclîsa Sûriyeya Demkratîk (MSD) bi daxuyaniyeke nivîskî sersaxî ji malbata Elûş re xwest û got: “Kuştina Umer Elûş, kuştina azadî, dadmendî û demokrasiyê, her wiha derbkirina jiyana hevbeş a gelê Sûriyê ye.”
MSD’ê di peyama xwe de ev tişt anî ziman:
ʺ 14ʹê Adarê rêheval Umer Elûş bi zanebûn li mala xwe hat kuştin û tevlî şehîdên azadiyê bû.
Em vê kiryara ji aliyê dijminên azadiyê ve pêk hatiye, bi tundî şermezar dikin. Em sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin û dibêjin ku şehadeta Umer Elûş ji bo me windahiyeke mezin e.
Şehîd Umer nexwest ji welatê xwe derkeve û heta kêliya dawî ya jiyana xwe xizmeta gel û welatê xwe kir. Armanca wî avakirina Sûriyeke azad ji bo tevahî gelên Sûriyê.
Kuştina şehîd Umer, tê wateya kuştina azadî, dadmendî û demokrasiyê, her wiha derbkirina jiyana hevbeş a gelê Sûriyê ye.
Wek MSDʹê em soza şopandina rêya rêheval Umer Elûş û hemû şehîdên azadiyê didin.”