MSD’ê ji bo Efrînê bang li saziyên navneteweyî kir

MSD’ê têkildarî êrîşên li ser Efrînê bang li saziyên navneteweyî kir û xwest bila pêşiya komkujiyan bigire.

Meclîsa Sûriyeyê Demokratîk (MSD) siyaseta qirkirinê ya ku Tirkiyê şermezar kir a ku li dijî gelê Sûriyeyê didomîne û bang li saziyên navdewletî û hiqûqa mafên mirovan kir ku bila helwesteke ciddî nîşan bidin.

Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk (MSD) derbarê berdewamiya êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê de daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye

“Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê û gundewarên wê bi awayekî dijwar didome. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bêdengiya navdewletî sûdê digire û komkujiyan li ser sivîlan pêk tîne.

Di vê çarçoveyê de, em bang li gelê Efrînê dikin ku bi axa xwe ve girêdayî bin, heya ji we were dev ji malên xwe bernedin.

Em weke MSD`ê êrîşên arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi armana qirkirina gelê Kurd li Efrînê şermezar dikin. Em bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku derbarî van êrîş û komkojiyên ku li ser sivîlan pêk tîne bêdeng nemînin û helwesta xwe zelal bike, her wiha em bang li wan dikin ku bi erka xwe ya li hemberî mirovahiyê pêk bînin. Em xirabûna rewşa mirovî li Xûtaya Rojhilat şermezar dikin. Wekê tê zanîn Konseya Ewlekariyê ji bo rawestandina şer li Sûriyê biryara 2401 derxist, ev biryar pêk nehat, tê tercîhkirin ku li vir peymaneke heye û gelên Xûta û Efrînê fatoreya wê didin.

Em bang li Konseya Ewlehiyê dikin ku rêzê bidin biryarên xwe ya 2401 û bi awayekî lez pêk bîne, her wiha destekê bidin çareseriya siyasî ku dawî li aloziyê bîne û formeke guncaw ji bo jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê û hêzên wê yên siyasî.”