Meşa azadiyê li Dêrîkê bi dawî bû

Ciwanên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya Meşa Dirêj li dar xistin, gihiştin bajarê Dêrîkê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Meşa Dirêj a ciwanan ku di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li Qamişloyê destpê kir, di roja 3’emîn de li Dêrîkê bi dawî bû. Ciwanên ku ji navçeya Girkê Legê  ber bi Dêrîkê ve bi rê ketin, di têketina Dêrikê de ji aliyê sedan kesî ve hatin pêşwazîkirin.

Meş bi tevlîbûna şêniyan heta Navenda Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer dewam kir. Ciwanan di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hilgirtin. Ciwanan di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bi can bi xwîn em bi te re ey Serok” berzkirin.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ferhad Dêrikê li ber Navenda Ciwanan daxuyanî da û wiha got: "Em Rêber Abdullah Ocalan bi hezkirin silav dikin. Em ji bo azadiya Rêberê xwe 3 roj meşiyan. Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye. Em soz didin Rêber Abdullah Ocalan ku heta azadiya wî û azadiya xakên dagirkirî wê têkoşîna me bidome.”

Piştre ciwanê bi navê Elî Andok ê ji Minbicê û Baran Tolhildan ê ji Dêrazorê ragihandin ku ew ê tevlî refên gerîla bibin. Her du ciwanan soz dan ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rizgarkirina herêmên dagirkirî têbikoşin.

Piştî axaftinan Koma Cûdî û hunermend Şadî Serhan ê ji Tebqayê stranên şoreşgerî gotin. Ciwanan li ber stranan govend gerandin.