Mehmûd Cemo: Çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn, bi azadiya Rêber Apo dibe

Endamê Meclîsa PYD’ê ya Minbicê Mehmûd Cemo diyar kir ku çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dibe û got, “Rêberê ku li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de ye, wê teqez azad bibe.”

Fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li seranserê cîhanê belav dibin. Dewleta Tirk dixwaze bi tecrîda girankirî pêşî li belavbûna fikrên Abdullah Ocalan bigire. Her wiha bi vî rengî hewl dide têkoşîna gelê Kurd jî asteng bike. Têkildarî vê yekê Endamê Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a bajarê Minbicê Mehmûd Cemo ji ANF’ê re axivî.

Mehmûd Cemo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” û got: “Li gelek zanîngehên welatên mîna Emerîka û Kanadayê, dest bi lêkolîna felsefe û ramanên Rêber Apo hatiye kirin. Pêngava ku dostên gelê Kurd û gelên azad bi ruhê mirovahiyê daye destpêkirin, armanc dike ku ji Ewropayê heta Efrîqa û Rojhilata Navîn berfireh bibe. Rêberê ku li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de ye, wê teqez azad bibe. Fikrên Rêbertî, bûye rêya yekane ya çareserkirina hemû alozî û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn.”

Cemo diyar kir ku hingî ku tecrîd bidome, wê pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî bidomin û wiha got: “Fikir û felsefeya Rêbertî ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêveberiyeke xweser pêk anî, yek ji ezmûnên Rojhilata Navîn e ku civak bigihîje mafên xwe û jiyana hevbeş a gelan mîsoger bibe. Xwişk û biratiya gelan sernavê vê projeyê ye û serkeftina rêveberiya xweser li ser bingehê fikir û felsefeya Rêber Abdulah Ocalan e.”

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a bajarê Minbicê Mehmûd Cemo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Wezîfeya Rojhilata Navîn a niha ew e ku tecrîda li ser Rêber Ocalan bişkîne û azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bike. Rêber Apo hizirvan û fîlozofê projeya çareseriyê ye.”