Meclisa Leşkerî ya Til Temirê: Hewldana êrîşê hate şikandin
Meclisa Leşkerî ya Til Temirê diyar kir ku wan hewldana êrîşê ya çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên ku xwestİN bikevin gundên ê Til Temirê şikandin.
Meclisa Leşkerî ya Til Temirê diyar kir ku wan hewldana êrîşê ya çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên ku xwestİN bikevin gundên ê Til Temirê şikandin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan bikevin mezreyeke li başûrê depoya genim a li gundê Um El Kêf ê 5 km dikeve rojavayê navçeya Til Temirê.
Li gorî çavkaniyên leşkerî, şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê tevgera çeteyan şopand û li wan da.
Di encama bersivdayê de şerekî demkurt qewimî, çeteyek hate kuştin, yek birîndar bû û yên din jî neçar man birevin.