Mattîs: Ji bo Efrînê em bi awayekî aktîv bi Tirkiyeyê re gotûbêjan dikin

Wezîrê Parastinê yê DYA’yê James Mattîs ê ku têkildarî êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê û hedefkirina Minbicê bersiva pirsên rojnamevanan da, got: “Ez niha van nabêjim. Niha ne demê wê ye bi awayekî hêsan ji bo raya giştî bê gotin.”

Wezîrê Parastinê yê DYA’yê James Mattîs, anî ziman ku wê detayên mijara Minbicê ya bi Tirkiyeyê re gotûbêj kirin bi  raya giştî re parve neke.

Mattîs ê li ofîsa çapemeniyê (Pentagon) a Wezareta Parastinê ya DYA’yê bi rojnemavana re civiya, bersivên pirsên êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û bi taybet Efrîn û hedefkirina Minbicê da.

Mattîs destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk, balkişana li hember operasyonên li dijî DAIŞ’ê belav kir û têkildarî mijara Minbicê jî wiha got: “Ez niha vê nabêjim. Niha ne demê wê ye bi awayekî hêsan ji bo raya giştî bê gotin. Ji ber eşkerebûna pozîsyonên raya giştî ya navxweyî ya welatan wê eşkere bibe, axaftina van bûyeran wê hê zêdetir aloziyan bi xwe re bîne. Enceq bi vî awayî yên bi hev re di nava rikberiyê de berjewendiyan bixî  di nava hevsengiyê de. Em niha dikarin vê bêjin; em bi mutefîkê xwe Tirkiyeyê re di mijara aktîf a gutûbêjan de ne.”