Mamosteyên Efrînê: Zimanê me hebûna me ye

Mamosteyên Efrînê yên li herêma Şehbayê ne 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin.

Mamosteyên Efrînê yên li herêma Şehbayê têkildarî Cejna Zimanê Kurdî ji ANF'ê re axivîn.

Ji Rêveberiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk mamoste Narîman Sîdo bi bîr xist ku her sal vê rojê wan pîrozbahî li dar dixistin, lê belê jib er şewba vîrûsa koronayê nekarîn îsal pîrozbahiyan çêbikin.

Nerîman Sîdo diyar kir ku ew bi hêvî ne Cejna Zimanê Kurdî sala bê li Efrînê pîroz bikin û got, "Mafê her kesî heye ku bi zimanê xwe biaxive. Bi vîneke xurtir em ê girîngiya ziman bi civaka xwe bidin fêhmkirin."

Mamoste Hîkmet Hisên jî 15'ê Gulanê pîroz kir û anî ziman ku ev roj ji bo wan weke roja vejîna zimanê Kurdî ye.

Mamoste Hîkmet Hisên bi bîr xist ku her gel û netewe bi çand û zimanê xwe tê naskirin û got, "Hebûna gelan bi ziman tê naskirin. Dijmin jî her tim êrişê dibe ser çand û ziman. Ji ber ku bi rêya çand û ziman dixwaze gel têk bibe."

Mamoste Hîkmet Hisên destnîşan kir ku bi biryardariyeke mezin wê zimanê xwe her bi pêş ve bibin û karê xwe dewam bikin.

Mamoste Mune Elî jî destpêkê cejn li her kesî pîroz kir û destnîşan kir ku bi saya berxwedana li Rojava ev ziman bi pêş ket.

Mune Elî bal kişand ser girîngiya dibistanên li Rojava û got, "Em ê her tim hewl bidin zimanê xwe bi pêş bixin, ji ber ku zimanê me hebûna me ye."