Malbatên şehîdan êrîşên dagirkeriyê protesto kirin

Malbatên şehîdan ên li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lidar xistin, peyama ‘Em ê bi xwîna şehîdan û qêrîna zarokên xwe hesab ji we bixwazin’ dan.

Bi hezaran malbatên şehîdan ên bajarê Kobanê bi armanca protestokirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Qada Jina Azad a bajêr kom bûn.

Welatiyan ji Qada Jina Azad dest bi meşa xwe kirin, ber bi Qada Şehîd Egîd ve bi rêketin û wêneyên şehîdên Rojava û pankertên bi nivîsên "Em ê bi xwîna şehîdan û qêrîna zarokên xwe hesab ji we bixwazin", "Na ji peymanên li ser hesabê xwîna zarokên me re", "Em hemû QSD`ê ne", "QSD`ê zarokên me ne", her wiha wêneyên qurbaniyên komkujiyên dewleta Tirk rakirin.

Tevî bi sedan endamên malbatên şehîdan, rêveber û endamên saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl tevlî meşê bûn.

Li Qada Şehîd Egîd meş veguherî mêtîngê. Mêtîngê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre xweşika şehîd Ferman, Tolîn Şêx Ehmed bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan axivî û bêdengiya civaka navneteweyî derbarê êrîş û binpêkirinên Tirkiyê li dijî gelên herêmê, şermezar kir.

Her wiha bi navê Malbatên Şehîdan li navçeya Sirînê Mustafa Mislim wiha axivî: "Em ji bo parastina mirovahî û demokrasiyê li vir bûn. Di dema ku her kes ji ber terora DAIŞ`ê reviya, em li vir man, me şer kir û me bi hezaran şehîda û birîndar dan ji bo em cîhanê biparêzin. Em bi serketin."

Mîtîngê bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana şervanên QSD`ê bi dawî bû.