Malbata Tirkmen: Bi operasyona Holê re em aram bûn

Dayika Tirkmen û keça wê yên ku di Kampa Holê dene ji bo DAÎŞ’ê de bûn got “Em mehf kirin, em ketin kampan. Ji tirsan em nikarin ji konê xwe derkevin. Bi saya operasyonê em aram bûn.”

Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevkariya QSD, YPG û YPJ’ê di 28’ê Adarê de li Rojhilatê Hesekê li Kampa Holê operasyoneke mirovî û ewlekariyê dabû destpêkirin. Qonaxa pêşîn a operasyonê di 2’ê Nîsanê de bi dawî bû.

Malbata Tirkmen a ji Iraqê ku ew jî di kampê dijîn, derbarê zilma DAÎŞ’ê û operasyona li kampê ji ajansa me re axivîn.

Emîr Îbrahîm Mûhammed û keça wê Zeynep Rifat ên ji Mûsûlê diyar kirin ji ber ku DAÎŞ’ê êrîşî Mûsûlê kiribû wan jî koçî Sûriyeyê kirine. Dayik û keça wê xwestin roj berî rojekê vegerin ser axa û diyar kirin ku ji ber hucreyên veşartî yên DAÎŞ’ê ew gelekî tirsiyane.

Emîr Îbrahîm Mûhammed diyar kir ku ew ditirse qala DAÎŞ’ê jî bike û got, “Em mehf kirin. Mal û milkên me çû. Ji ber rûyê wan me koçî Sûriyeyê kir û em niha li kampê dijîn. Li kampê em newêrin derkevin derve. Bila dev ji me berdin. Bila biçin ba Erdogan.”

‘JI TIRSAN EZ VAN KINCÊN REŞ LI XWE DIKIM’

Keça wê Zeynep Rifat jî got, “Dema ku DAÎŞ’ê êrîşî bajarê me kir, bi lezgînî me koçî Sûriyeyê kir. Piştî rêwîtiyeke dirêj em niha li Kampa Holê ne. Min dixwest bixwînim. Dema ku her kes dixwîne ez nikarin bixwînim. Ez naxwazim vî kincê reş li xwe bikim. Lê ji tirsan ez li xwe dikim.”

Dayik û keça wê derbarê operasyona li kampê gotin, “Bi saya operasyonê em derketin derve. Me piçekî derdora xwe dît. Hêzên li vir ji me re baş in, pêdiviyên me bi cih tînin.”