Malbata şehîdê Serêkaniyê: Xwedê wê cezayê Erdogan bidiyê!

Gelê Serêkaniyê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe dayî ji bêgavî koç kir. Gelê ku koç kirî got,''Bila Xwedê jê re nehêle. Dîn û îman pê re nîne.''

Yek ji bajarê Kantona Cizîrê ku bi sedan malbat koçî wir kir Dirbêsiyê ye. Dê û bavê endamê Asayîşê Şehîd Davût Seydo Elo, ku ji bêgavî koçî Dirbêsiyê krin behsa zehmetiyên koçkirinê kirin.

'EM WEKE XWEDIYÊN RASTÎN ÊN WAN XAKAN DIXWAZIN VEGERIN'

Xelef Biro got şehîdbûna kurê wî mîna bistike sorkirî lê ketibe dil û ceger lê sotiye û per û bask lê şikandine, Biro diyar kir di êrîşên Tirk de gelek cîranên wan şehîd bûne û got, ''Li Serêkaniyê jiyaneke me ya xweş hebû. Kurê min zewicî bû. Neviyê min Rodî hê dema ku 5 mehî bû, bavê wî 2013'an di şerê Serêkaniyê de, di şerê dijî çeteyên Cephetul Nusra de şehîd bû. Wî şerî em çûbûn Tirkiyê. Jiyana li wir zehmetbû û ev cara duyan e ku ji ber êrîşeke giran ji bêgavî me cihê xwe berda.

Ti dîn û îmana Erdogan nîne, ji zilmê pê ve tiştek neda vî gelî. Xwedê van tiştên ku dibe dibîne û hêvî dikim ku Xwedê wê cezayê wî bidiyê. Mal û milk û nanê me li wan deran ma. Em dîsa dixwazin vegerin ser wan xakan û weke xwediyê rastîn ên wan xakan li wir bijîn.''

LI DIJÎ ERDOGAN TIJE HÊRS IN

Dayika Şehîd Davût Seydo Cemîla  Seydo jî  wiha got:

''Me got em ji komkujiyekê xilas bûne lê komkujiyeke mezintir bi serê me de anîn. Bi cîranên me re jiyaneke me ya xweş hebû. Cîranên me hatin kuştin, li derdora me kesek nema. Em ji wir derketin, çûne gundekî nêzî Hesekê, ji wir çûne Hesekê. Dema ku gel çû wir zêde cih nebû, em çûne Dirbêsiyê. Ji me re mayele du odeyî dîtin. Niha em 6 kes li xaniyekî du odeyî dimînin. Gel deriyê xwe li me vekir, hewcehiyên me bi cih anî. Bila Xwedê bi dest Erdogan ve bernede, em kirin çi halî. Êdî em dixwazin vegerin malên xwe.''