Li Til Temirê zeviyên çandiniyê hatin şewitandin

Artêşa Tirk a dagirker zeviyên çandiniyê yên gundên Til Temirê şewitandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, dewleta Tirk a dagirker zeviyên çandiniyê yên gundên Qasimiyê, Rêhaniyê û Raşidiyê yên dikevin bakurê rojavayê Til Temirê şewitandin. Li gorî saeta herêmî saet 16:00’an û şûnde şewat bi hêza bayê belav bû û dewam dike.

Dewleta Tirk ji meha Gulanê û vir ve li dijî aboriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşan kiriye. Zeviyên çandiniyê raste rast dikin hedef û dişewitînin.

8’ê Hezîranê agir berdabûn zeviyên gundê Qasimiyê ya Til Temir.

7’ê Hezîranê hêzên dagirker ên li bajarê Marî bicih bûbûn, zeviyên gundê Herbel a girêdayî navçeya Ehrîs a Kantona Şehbayê şewitandibû.

Ji 3’yê Hezîranê û vir ve li gorî agahiyên cotyaran dabû, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 100 hezar donim zeviyên genim û ceh, dîsa 360 donim baxçeyên zeytûnan hatine şewitandin û bûne xwelî.