Li Til Temirê di êrîşên dagirker de 7 kes birîndar bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir di êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê de 7 kes birîndar bûne.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê êrîşa li Til Temirê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Vê sibehê dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Til Temirê bi dijwarî topbaran kirin. Di encamê de 7 sivîl birîndar bûn ku di nava wan de zarok û pîr jî hene. Bila dewleta Tirk a dagirker bizane ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê van êrişan bi tu awayî qebûl nake.”

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine stendin hejmara birîndaran bûye 9 û rewşa 5 birîndaran jî giran e.

Di êrîşê de ev kes birîndar bûn: Leyla Omer Salih (4), Cûrî Omer Salih (25), Ehmed Mihemed El-Mihemed (60), Omer Hisên Ziyab, Nofa Elawî El-Elî (60), Hilwe Izo Ewad (63), Neîm Mihemed Wezo (30) û Newres Hemîd Enter (25).