Li Til Koçerê meşa li dijî êrîşên dagirkeriyê
Xelkê Til Koçerê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiya.
Xelkê Til Koçerê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiya.
Xwepêşandêr ji Dibistana Şewafe ya li bakur rojavayê navçeyê dest bi meşê kir û ber bi kolanên sereke yên naçveyê ve çûn. Di xwepêşandanê de sloganên li dijî dagirkeriya Tirk û yên piştevaniya hêzên leşkerî yên parastina herêmê dikin, hatin berzkirin.
Xwepêşandêr li pêşiya Şaredariya Gel a navçeyê rawestiyan, li wir endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê Mistefa Şiblî axivî û êrişên artêşa Tirk a dagiker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Şiblî her wiha destwerdanên dewleta Tirk a faşîst li herêmê û êrişên li dijî şênî û fermandarên li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer kirine, şermezar kir.
Şiblî bang li civata navneteweyî, sazî û rêxistinên navneteweyî kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker xwedî helwest bin û qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigirin.
Mistefa Şiblî her wiha tekez kir ku ew ê li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî têkoşîn bilind bikin.
Xwepêşandan bi sloganên banga qewitandina dagirkeriya Tirk ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, bi dawî bû.