Li Til Hemîsê greva birçîbûnê

Li Til Hemîsê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çaresariya siyasî” çalakiya greva birçîbûnê hat lidarxistin.

Di çarçoveya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ku di 10′ê Cotmehê bi diruşma ′Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ li Til Hemîs û gundewarên wê ji bo 2 rojan çalakiya greva birçîbûnê hate lidarxistin. Di çalakiyê de xelk, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.

Li qada avahiya Rêveberiya Dibistanan a navçeyê konê çalakiyê hate vedan. Li bin kon wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên QSD′ê hatin daliqandin.

Di çalakiyê de endamê rêvebera Rêveberiya Dibistanan a Til Hemîsê Xelîl El Ebdullah axivî û tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got ew ê çalakiyên xwe yên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de dewam bikin.

Her wiha hevseroka Kongra Star a navçeyê Şêxe El Casim axivî û wiha got: "Tevahî plan û siyasetên dijberiyê yên li dijî gelên bindest wan ji rêya têkoşîn û berxwedana li hember dijminên azadiyê bi dûr naxin."

Hevserokê Partiya Muhafezekaran Ferec Îbrahîm El Hesen jî axivî û wiha got: "Em destgirêdayî namînin û em ê çalakî û têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam bikin, da ku tevahî cîhan bizane Rêberekî mezin di girtîgeha Îmraliyê de ye."

Endamê rêvebera Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Til Hemîsê Heyal El Xiwêr banga eşkerekirina tavilê ya rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got: "Tecrîda li dijî Rêbertî tecrîda li dijî tevahî gelên xwe spartine fikrên wî."

Çalakiya roja yekemîn bi pêşandana sînevîzyonekê li ser jiyana berxwedêrên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de bi dawî bû.