Li Tebqayê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin

Li Tebqayê bi meşekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.

Çalakiyên ji bo ronîkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî erdheja ku li Tirkiyeyê pêk hat, dewam dikin. Di vê çarçoveyê de Nivîsgeha Jinan a Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tebqayê meşek li dar xist. Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, meclîsên leşkerî, endamên partiyên siyasî û tevgerên jin û ciwanan jî di nav de, bi sedan şêniyên Tebqayê beşdarî meşê bûn.

Meşê ji parka Şehîd Hevrîn Xelef dest pê kir û heta avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan berdewam kir. Di meşê de dirûşûmên "Bijî berxwedana Îmralî" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û pankarta bi nivîsên "Meclîsa Jinan a Malbatên Şehîdan dixwaze dimildest rewşa tenduristî ya Rêber gelan Abdullah Ocalan were aşkerakirin" hat vekirin.

Li ber avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan, hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarokê Mensûra Foza El Mihemed daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji ber erdheja ku di 4'ê Kanûnê de 32 kîlometre li bakurê rojavayê bajarê Bûrsayê pêk hat û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê dîl tê girtin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev 26 sal in ji girava Îmraliyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevalên wî lê dîl in, tu agahî nayê girtin û ev yek li dijî hiqûqa navneteweyî û prensîbên mirovahî ye û di nava gel de fikaran çêdike.

Di daxuyaniyê de bi navê şêniyên Tebqayê bang li dewleta Tirk a dagirker hat kirin ku rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zelal bike û deriyê Îmraliyê li ber malbat, parêzer û bijîşkan veke. Her wiha bang li hemû gelan hat kirin çalakiyan zêdetir bikin ta agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin girtin.