Li Tebqayê dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin
Bi çalakiyekê li Tebqayê sûcên şer ên dewleta Tirk hatin protestokirin.
Bi çalakiyekê li Tebqayê sûcên şer ên dewleta Tirk hatin protestokirin.
Bi sedan kesên li bajarokên MEnsûra, Henîdê, Barûdê, Sihil û Hemam ên Tebqayê li bajarokê Henîdê yê dikeve rojhilatê Tebqayê kom bûn, dagirkeriya Tirk protesto kirin.
Girseya ku alên QSD, Saziya Malbatên Şehîdan, Meclîsa Sivîl a Tebqa, Meclîsa Jinan a Sûriye û wêneyên şehîdan hildan, peyamên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker dan.
Çalakî li bajarokê Henîdê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Li ser navê Meclîsa Zagonsaz a Tebqa Hela Hamadê, alîkara Hevserokê Tebqa Şadî Îbrahîm û li ser navê Meclîsa Jinan a herêmên rojhilat jî Meryem Osman axivîn.
Piştî axaftinên hatin kirin û şûnde çalakî bi dirûşmên silavkirina şervanên QSD’ê re bi dawî bû.