Li Tebqayê bi hezaran kes li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan
Li Tebqaya girêdayî Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes li dijî dagirkeriya Tirk daket kolanan.
Li Tebqaya girêdayî Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes li dijî dagirkeriya Tirk daket kolanan.
Meş bi pêşengiya Rêveberiya Sivîl a Demorkatîk pêk hat. Bi hezaran kes li pêşiya Rêveberiya Jinan a Tebqayê li hev civiyan, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û sûcên kirine protesto kriin.
Di meşê de pankartên şermezarkirina dagirkeriya Tirk û şervanên di êrîşên dagirkeriyê de şehîd bûne hate hildan. Meş li pêşiya Stadyûma Tebqayê veguherî mitîngê.
Hevserokê Meclîsa Sivîl a Tebqayê Xidir Elûş, ji Rêvberiya Jinan a Tebqayê Macîda Husên, li ser navê eşîrên li Tebqayê Ubêd El-Nehar û li ser navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Mûsena Abdulkerîm axivîn.
Qisekeran da zanîn ku Erdogan û çeteyên wê bi derbasbûna wan a xaka Sûriyê re, xak qirêj bû, zarok û jinan dikujin û hewl didin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bikin.
Kesên axivîne destnîşan kirin ku gelên herêmê li pişta QSD’ê yê ku ji bo têkbirina terorê hatiye avakirin in û heta roja îro şerê wê dike ku jiyana azad a birûmet ji tevahî pêkhateyên Sûriyê re, dabîn bike.
Kesên axivîne bang li Rûsyaya Federal û hikumeta Sûriyê kir ku erkên xwe yên rawestandina êrişên Tirkiyê û parastina sivîlan ji bêserûberiya dewleta Tirk pêk bînin
Di dawiyê de qisekeran bang li civaka navdewletî û rêxisitinên mafên mirovan kir ku bi cidî li ser rûdanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, rawestin. Her wiha komkujî û kiriyarên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dikin sosret û lêpirsîna wan bikin.