Li Serêkaniyê teqîn: 4 kes mirin

Li bajarê Serêkaniyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, wesayiteke bombebarkirî li navenda bajêr teqiya. Di encamê de 4 kes mirin.

Li bajarê Serêkaniyê yê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, li nêzî bazara mirîşkan a li navenda bajêr wesayita bombebarkirî hate teqandin.

Li gorî agahiyan di encama teqînê de herî kêm çar kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn.