Li sê eniyan şer giran e
Êrîşên dagirkeriyê yên bi ser Efrînê di roja 50’î de ye, li 3 eniyan şerekî dijwar diqewime.
Êrîşên dagirkeriyê yên bi ser Efrînê di roja 50’î de ye, li 3 eniyan şerekî dijwar diqewime.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, li gundê Kanî Gewirkê, Kefer Zitê û Qurbê yên navçeya Cindirêsê, li eniya Şera li Kefer Romê, Qurtquraqê û li eniya Bilbilê jî li gundên Barkaşê,Qaşa, Bikê û Qota şerekî dijwar diqewime.
Têkildarî encamên şerê di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk a dagirker de ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Artêşa Tirk a dagirker şevê din û vê sibê li dijî navenda bajarê Efrînê êrîşa hewayî pêk anîbû.