Li Saratovê Newroz hate pîrozkirin
Li kafeya Bûratîno ya li bajarê Yarşovê ya Herêma Saratovê ya Rûsyayê, Newroz bi coş hate pîroz kirin.
Li kafeya Bûratîno ya li bajarê Yarşovê ya Herêma Saratovê ya Rûsyayê, Newroz bi coş hate pîroz kirin.
Şahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre berpisyarên navçeyê û bajêr peyamên xwe bi Kurdî û bi Rûsî dan.
Di şahiyê de Hevserokê Otonomiya Çandî ya Kurdên Yarşovê Mîrza Elî axivî û wiha got: “Destpêkê ez Newroza Rêber Apo pîroz dikim. Em bi giştî gelê Kurd Newroza xwe her sal pîroz dikin, bi coşeke mezin xêr hatina wê dikin. Lê belê Newroza îsal ji bo me weteya xwe hîn cuda ye Newroza bihara nû ye, ji ber ku îsal me ji Serokê xwe agahî girt. Newroza Rêber Apo û tevahî Şoreşgerên Kurd bi dil û can pîroz dikim.”
Serokê Otonomiya Kurd a Herêma Saratovê Tahir Fatoyêv Xidir bi zimanê Rûsî axivî û got: “Newroz ji bo me wek roja nû, wek sala nû tê tê pîroz kirin. Newroz ji bo Gelê Kurd Cejna Berxwedan û Azadiyê ye.”
Her wiha bi def û zirneyan, stranbêjên ku ji Ewropa, ji herêmê hatine û bi komên foklorê şahî dewam kir.
Hunermend Ulaş Kelaşîn, Ahmed Bakiyev, Koma Bêrîtan, Koma Lorîn û hunermendên herêmî derketin ser dikê.
Şahî bi gerandina govendê heta derengî hate pîrozkirin.