Ketina Marine Le Pen a hilbijartina serokomariyê ya Fransayê hat qedexekirin

Rastgira tundrew Marine Le Pen a ku ji ber sûcê pere xistiye hesabê xwe ketina wê hilbijartina 2027’an a serokomariya Fransayê hat qedexekirin. Dadgeha Parîsê 4 sal cezayê girtîgehê ku 2 sal jê hat taloqkirin û 100 hezar Euro cezayê pere li Le Pen birî.

Rastgira tundrew a Fransî Marine Le Pen, ji ber bêrêtiya bikaranîna fonên Yekîtiya Ewropayê 5 salan siyaset lê hate qedexekirin.  Le Pen jî di nav de 9 endamên Parlamentoya Ewropayê û 12 alîkarên wan sûcdar hatin dîtin.

Dadgeha Parîsê 4 sal cezayê girtîgehê ku 2 sal jê hat taloqkirin, wê di hepsa malê de bimîne û 100 hezar Euro cezayê pere li Le Pen birî.

Ji partiya wê ya Yekîtîya Neteweyî (RN) ku bi bêrêtiya ku 4,1 milyon Euroyê xistiye hesabê xwe, 2 milyon Euroyî ceza lê hat birin.

Parêzera Marine Le Pen daxuyand ku ew ê îtîrazî cezayê bikin.

Bi vê biryarê re namzediya Le Pen a ku di hilbijartinên serokomariyê yên sala 2027’an li pêş dihat ditîn, hat qedexekirin. Dadger got ku ti kes ne di ser hiqûqê de ye û ji ber vê yekê biryareke bi vî rengî da.

Piştî vê biryarê, hevalbendên rastgirên tundrew ên Marine Le Pen ku li dijî koçberan e dest bi parastina wê kirin.

Serokomarê berê Nicolas Sarkozy di sala 2021’an de ji ber gendelî û bazirganiyê 3 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û 2 sal jê hatibû taloqkirin. Ew neket girtîgehê lê neçar mabû ku amûra şopandina GPS’ê li xwe bike.

Serokomar Emmanuel Macron jî wê nikaribe 3 caran li pey hev bibe namzedê serokomariyê.