Di serdanên cejnê yên DEM Partî, DEVA û Saadetê de bal kişandin ser ‘pêvajoyê’
DEM Partî di çarçoveya bernameya cejnê ya bi partiyên siyasî re serdana DEVA û Partiya Saadetê kir.
DEM Partî di çarçoveya bernameya cejnê ya bi partiyên siyasî re serdana DEVA û Partiya Saadetê kir.
Alîkarên Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Yuksel Mutlu û Ozturk Turkdogan û parlamenter Huseyîn Olan serdanên cejnê qebûl kirin.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, endama PM’ê Zeyno Bayramoglû û parlamenter Onur Duşunmez serdana partiyên siyasî kirin.
Berdevk Ayşegul Dogan di serdana cejnê ya Partiya Saadetê de got, “Divê êdî banga 27'ê Sibatê û daxuyaniyên Devlet Bahçelî şênber bibin û pêk bên.”
Ayşegul Dogan wiha domand: “Em partiyên siyasî yên cuda difikirin û hatine cem hev girîng dibînin.”
Endamê Lijneya Rêveberiya Giştî ya Partiya Saadetê Bulent Kaya jî got, "Em weke Partiya Saadetê her cure hevkariya ku serdema siyasî vedike bi feyde dibînin. Divê Tirkiye pirsgirêkên xwe ne bi çek û pevçûnan, bi siyaset û civaka sivîl çareser bike. Pirsgirêkên erdnîgariya me bi hev fêmkirinê çareser dibin. Divê diyalog û muzakere hinekî din bi wêrekî bên meşandin.”
Şandeya DEVA’yê ku ji Alîkarê Serokê Giştî yê DEVA Partiyê Seyît Karaca, parlamenterê Wanê Kerem Altun û Cîgira Serokê Giştî Buşra Sakinmaz pêk dihat serdana DEM Partiyê kir.
Alîkarên Hevserokên Giştî Ozturk Turkdogan û Yuksel Mutlu di serdana DEVA’yê de bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan û diyar kirin ku ji ber bûyerên dawî cejn bi awayekî dilşikestî derbas bû. Şandeya DEM Partiyê anî ziman ku ji bo pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin bi ser bikeve divê hikûmet erka xwe pêk bîne.
Alîkarê Serokê Giştî yê DEVAyê Seyît Karaca jî wiha axivî: “Partiya me yekem partiye ku helwesta xwe ya li dijî qeyûman di bernameya partiya de bi cih kiriye. Em hêvî dikin ku ev vê pêvajoyê nekin qurbana hesabên biçûk."