Li Myanmarê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 2 hezarî debas kir

Li Myanmarê ji ber erdheja ku roja Înê qewimî zêdetirî heta niha 2 hezar kes jiyana xwe ji dest da.

Cûntaya leşkerî ya Myanmarê derbarê erdhejê de daxuyaniyek nû da û ragihand ku 2 hezar û 56 kes jiyana xe ji dest dane û zêdetirî 3 hezar û 900 kes jî birîndar bûne.

Berdevkê artêşa desthilatdar anî ziman ku piştî erdhejê 270 kes winda ne.

Roja Înê li navenda Myanmarê bi pileya 7,7 erdhejek qewimî û çend deqeyan şûnde bi pileya 6,7 ​​erdhejek din qewimî.

Dawiya hefteyê erdehejên biçûk ên li ser xeta Sagaingê ya ku nifûsa Myanmarê herî zedê lê dijî, didomin.

Erdheja li Myanmarê li cîranê wê Taylandê jî rê li ber karesatê vekir. Li Taylandê di hilweşîna avahiyek 30 qatî ya ku hîn neqediyabû de herî kêm 18 kes jiyana xwe ji dest da. Operasyona ji bo rizgarkirina kesên di bin xirbeyê de mane didome.