Bi girseyî serdana Guler Bîlen hate kirin
Bi girseyî serdana Guler Bîlen hate kirin ku piştî 32 salên girtîhiştinê hate berdan.
Bi girseyî serdana Guler Bîlen hate kirin ku piştî 32 salên girtîhiştinê hate berdan.
Guler Bîlen ku li Edeneyê sala 1994'an dîl hate girtin û cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hate birîn, ji Girtîgeha Girtî ya Şakranê ya Jinan di 29'ê Adarê de hate berdan. Guler Bîlen ku dema hate girtin 16 salî bû, hat taxa Denîzlî ya navçeya Seyhan a li Edeneyê. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, nûnerên AATUHAY-DER, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl serdana Guler Bîlen kirin.
Desteya Çavdêrî û Îdareyê berdana Guler Bîlen bi hinceta 'Rewşa nebaş' 3 caran bi 3 mehan taloq kiribû.