Siyaset li Marine Le Pen hate qedexekirin

Li Fransayê Seroka Yekîtiya Neteweyî (RN) Marine Le Pen, bi sûcdariya bêrêtiya bikaranîna fonên Parlamenta Ewropayê dihat darizandin û 5 sal cezayê qexeya siyasetê û 4 sal jî cezayê girtîgehê li Le Pen hatin birîn.

Li siyasetmedara rastgir a tundraw a Fransî Marine Le Pen 5 sal cezayê qedexeya siyasetkirinê û 4 sal jî cezayê girtîgehê hatin birîn. Du salên vî cezayî weke cezayê teqezbûyî yê girtîgehê hate diyarkirin.

8 parlamenterên ji heman partiyê jî ji aliyê Dadgeha Parîsê ve girêdayî doza alîkarên Parlamenta Ewropayê, bi bikaranîna fonên raya giştî sûcdar hatin dîtin.

Le Pen û 8 parlamenterên Parlamenta Ewropayê ji ber bêrêtiya bikaranîna fonên raya giştî dihatin sûcdarkirin. Dadgehê biryar da ku RN’ê di navbera salên 2004-2016’an de Parlamenta Ewropayê weke ‘’çavkaniyeke darayî’’ bi kar aniye û 2 milyon euro ceza li partiyê birî.

Piştî biryarê Serokê RN’ê Jordan Bardella got: ‘’Ev biryar bes ne Marine Le Penê, di heman demê de demokrasiya Fransayê hedef digire.’’

Le Pen ji bo hilbijartinên sala 2027’an weke xurttirîn namzet dihat dîtin û piştî vê biryarê paşeroja rastgirên tundraw ne diyar bû.

Biryar li derveyî welêt jî deng veda û Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban piştgiriya xwe ya ji bo Le Penê anî ziman û Kremlinê jî ev biryar weke ‘’binpêkirina rêgezên demokrasiyê’’ pênase kir.