DEM Partiyê li gelek bajaran cejn pîroz kir
DEM Partiyê di roja duyemîn a Cejna Remezanê de li gelek bajaran pîrozbahî lidar xist.
DEM Partiyê di roja duyemîn a Cejna Remezanê de li gelek bajaran pîrozbahî lidar xist.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Edeneyê di pîrozbahiya cejnê de axivî, biryardariya Rêber Apo ya li ser mijara civaka demokratîk destnîşan kir û got, ji bo aştiyê her kes hîn bêhtir hewl bide.
Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku banga Rêber Apo ya 27'ê Sibatê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên aştiyane ye û got, "Birêz Ocalan diyar kir ku em neçar in aştiyê pêk bînin. Lê belê dewletê gavên ku jê dihate hêvîkirin neavêtiye."
Tulay Hatîmogûllari got, "Ya ku wê aştiyê garantî bike, mayinde bike veguherîna civakî ya demokratîk e. Li gel veguherîna vê yekê ya qanûnî û hiqûqî, pêwîstî bi xwerêxistinkirina civakê bi xwe heye."
Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku li Tirkiyeyê têkoşîna demokrasiyê gihîştiye asteke krîtîk û bal kişand ser girîngiya moralê ciwanan û pîrozbahiyên Newrozê.
ÎZMÎR
Li Rêxistina Bajarê Îzmîrê ya DEM Partiyê di pîrozbahiya cejnê de parlamenter Bûrcûgul Çûbûk axivî û anî ziman ku dema girtiyên siyasî û girtiyên nexweş hatin berdan wê cejn hîn bi xurtî bê pîrozkirin. Îbrahîm Akin jî anî ziman ku banga Rêber Apo hêvî da gel û ji bo mezinkirina vê hêviyê divê ew têkoşînê hîn xurt bikin.
WAN
Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî jî di pîrozbahiya cejnê ya li Wanê de axivî û işaret bi girîngiya xwedîderketina li banga aştiyê ya Rêber Apo kir. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî diyar kir ku di hilbijartinên 31'ê Adarê de gel îradeya xwe nîşan da û got, 4'ê Nîsanê ji bo gelê Kurd rojeke gelekî girîng e.