KNK'ê Qazî Mihemed û hevrêyên wî bi bîr anî

KNK'ê di salvegera 78'an a darvekirinê de Serokê Komara Kurdistanê ya Mahabadê Qazî Mihemed û hevrêyên wî bi bîr anî.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber salvegera 78'an a darvekriina Pêşewa Qazî Mihemed û hevrêyên wî daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "Di roja 31'ê Adara 1947'an (10 xakelêwe 1326 hetawî) de piştî rûxandina Komara Kurdistanê, damezrêner û serokê komarê Pêşewa Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê û Cîgirê Serok Komar Seyf Qazî û nunerê Mehabad li Parlamenta Îranê û nûnerê Qazî Mihemed ê Tahranê Sadr Qazî, li sêdarê dan. Qazî Mihemed û hevrêyên xwe bi dilsoziyek mezin ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê xebitîn û têkoşiyan. Bi avakirina Komara Kurdistanê di rizgariya gelê Kurd de gaveke dîrokî avêtin. "

Daxuyaniya KNK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Di encama lihevkirinên dewletan de, bi taybetî Îngilistan û Sowyetê ku ji bilî berjewendiyên xwe tu nirxekî din nas nedikirin, bi rejîma Şahê faşîst re, dewleta Îranê êrîşî Komara Kurdistanê kir ya ku nû hatibû avakirin. Qazî Mihemed û hevrêyên wî yên têkoşer li Qada Çarçira îdam kirin. Têkoşîna Qazî Mihemed û hevrêyên wî û bêbextiya ku li wan hat kirin bi awayekî vekirî nîşan da ku hêzên kolonyalîst çawa nêzî Kurdan bûne û ji bo berjewendiyên xwe dikarin bêbextiyê bikin. Bi nêzîkatiya wan a li Komara Kurdistanê derket holê ku berpirsyarê rastî yê pirsgirêka Kurd û çaresernebûna wê, hêzên kolonyalîstin û ev nêzîkatiya wan îro jî didome.

Dema ku Komara Kurdistanê hatibû îlan kirin û destketên mezin ên rêxistina civaka Kurdî, ferheng û çand, perwerde û hînkarî, aborî û bi giştî sazîkirina dewletdarî yê jî tê de bû. Lê mixabin bi palpiştiya kolonyalizma nevneteweyî û êrîşên dewleta dagîrker ya Îranê, dawî bi Komarê hat. Dîsan bi pilan û komployên nevnetewî ew xewn û hîviyên rizgarî û azadiyê wek mafên rewa yên Kurd bin pêkirin û di wî parçê Kurdistanê dagîrkerî heta roja îro domandin û berdewam dikin.

Di wî demî biryardan û îlankirina dewleta serbixwe, bi navê Komara Kurdistanê, biryareke siyasî û civakî ya wêrek bû, dinava wan şert û mercên giran yên bi dawîhatina şerê cîhanê yê duwemîn da bû. Lewra ew hewl û cangorî ya ser û pêşengên komarê ji bo me û dîrokê bûne mînak û ders û Pêşewa Qazî Mihemed jî, wek sembolekî mezin di nava berperên dîrokê de cihê xwe girt û hat nivîsandin.

Îro jî, li hemberî desthilatdariya dewleta Îranê, ciwanên kurd, jinên kurd, bi slogana Jin Jiyan Azadî bi rêxistin û saziyên xwe yên siyasî, civakî û parêstina rewa têkoşîneke destanî didine meşandin. Hemberî ku dewleta Îranê, cezayê dardekirina ciwanên kurd rojane bi kar tine, tekoşer, siyasetmedar û çalakvanên kurd di zindanan de rehîn digire û dibin navê kasibkariyê de komkujiyan pêktîne jî, gelê kurd têkoşîna xwe, bi xwedî derketina li doza Qazî Mihmmed û hevrêyên wî didomînin. 

Em weke KNK, di bîranîna 78 saliya li şehadeta pêşewa Qazî Mihemed,  Seyf Qazî, Sadr Qazî  û hemî şehîdên Kurdistanê, carekî din bi rêz û hurmet bi bîr tînin û li ber bîranîna wan bejana xwe ditewînin."

Di dawiya daxuyaniyê de dagirkerên li Kurdistanê hemû bi tundî hate şermezarkirin û mehkûmkirin.