Li Rojava çalakiyên ji bo 4’ê Nîsanê

Rojbûna 72’emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Rojava hate pîrozkirin.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4`ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêzeçalakiyan pîroz dikin.

Rêber Abdullah Ocalan piştî ku li girtîgeha Îmraliyê dîl hate girtin, xwestibû ku di rojbûna wî de dar bên çandin. Di vê çarçoveyê de, Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişloyê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan 40 şitilên daran çandin.

Şitilên daran bi tilîlî û dirûşmên “Bê Serok jiyana nabe” hatin çandin. Piştre şêniyan berê xwe da Yarîgeha Hesyem Koço da ku beşdarî şahiya pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin.

DÊRIK

Şêniyên bajarê Dêrikê, herêma Koçerat û Beravê jî berê xwe da navendên Erka Xwerparastinê ya li bajarokê Xanêserê ya girêdayî Dêrikê, da ku bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan 72 şitilên daran biçînin.

Şênî li qada navenda Erka Xweparastinê kom bûn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dayika wî û al û sembolên Kurdan hildan.

Di şahiyê de, endama rêveberiya Kongreya Star a herêma Dêrikê Wesfe Mûrad rojbûna rêber Abdullah Ocalan li tevahî gelan pîroz kir û got: “Rojbûna rêber Apo, rojbûna jinên azad e.”

Piştre, şêniyan li analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdarî kirin û piştre 72 şitilên darên zeytûnê û darên din çandin.

HELEB

Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, bi beşdarbûna bi dehan şênî û saziyên bajêr bi pîrozbahiyekê çerxerêya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qada Cebeten, vekirin.

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevseroka Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Fatime Heyder rojbûna rêber Abdullah Ocalan wek rojbûna gel bi nav kir.

Piştre endama Şaredariya Gel Gîvara Fiqih şanoyek der barê rojbûna rêber Abdullah Ocalan de pêşkêş kir. Her wiha beşdaran li ber stranên şoreşgerî govend gerand.