Li Reqayê piştî 4 salan cejneke bê tundî

Reqayî piştî mehrûmiyeta ku çeteyên DAÎŞ’ê li wan ferz dikir, cejna Remazanê, ji tundiyê dûr, bi aramî pîroz kirin.

Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Reqa ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin gel vê înê bi azadî cejna xwe pîroz kir. Piştî ku cejn hate kirin serdana goristanan kirin û li ser goran Qur’an hatin xwendin, jinan şîranî gerandin.

Zarokên Reqayê jî tehma cejnê kirin, bi kêfxweşî xwe berdan nav kuçe û kolanan û şîranî xwarin.

Şêniyên Reqayê diyar kirin, piştî ku ew ji DAÎŞ’ê rizgar bûne wan cejna xwe bi aramî kiriye û gotin, bi têkoşîn û berxwedana şervanan ew bi rehetî dikarin biçin ser gora nas û xizmên xwe.

DEMA KU DAÎŞ HEBÛ CEJN NEBÛ

DAÎŞ’ê dema ku Reqa dagir kiribû û li herêmên dî jî nedihişt ku gel bi kêfxweşî cejna xwe pîroz bike.

Çeteyan qedexe kiribû ku gel biçe serdana goristanan û kiribû ku gelek mirov koç bikin, ziyan dabûne goristanan.