Li Qamişloyê wesayîtak hat bombekirin: Zarokek hate qetilkirin-NÛ BÛ

Hate gotin ku balafireke bêmirov û biçek ê dewleta Tirk a dagirker li texek yê bajarê Qamişlo wesayîtek bombebaran kiriye. Hate ragihandin ku zarokek hate qetilkirin, kesek jî birîndar bûye.

Li gorî nûçeya ANHA’yê balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li taxa Sînaa ya bajarê Qamişlo nêzî benzînxaneya Hisko wesayîtek bombebaran kiriye.

Zarokê bi navê Ehmed Elî Hesen (16) şehîd bûye û welatiyê bi navê Elî Hesen birîndar bûye. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Rehma.

Her wiha hat ragihandin ku şehîd û birîndar hene.