Li navçeya Şedadê ya Hesekê zarok hatin hedefkirin

4 zarok li navçeya Şedada Hesekê di encama bombeya ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hatî avêtin de birîndar bûn.

Li navçeya Şedada Hesekê kesên nasnameya wan nediyar li ser motosîkletê, bombe avête li ser 4 zarokên emrê wan biçuk.

Di encama êrîşê de zarokên bi navê Nur Xidir (5), Meter Xidir (3), Xidir Xidir (6) û Yasir El-Hemûd El Xidir (15) birindar bûn. Zorok li nexweşxaneya Hesekê xistin di bin tedawiyê de.

Emîne Xidira dayîka 3 zarokên birîndar bûyî got: “2 kesên bi motobisiklet, di dema zorokên min li kolanê dileyîstin bombeya destan avêtin. Li navçeyê bi kesekê re dijminahiya me nîne.”

Ji yek doxorên li Nexweşxaneya Hikme ya Hesekê ku zarok lê tedawî dibînin Mihemed Fadil da diyar kirin, ji zarokan Yasir El Hemûd ji ber parçe ji serî û sînga xwe xwariye rewşa wî girane û xistine beşa awarte.

Her wiha hate diyarkirin ku Hêzên Ewlekariya Navxweyî hatine cihê bûyerê û lêkolîn dane destpê kirin.