Li Minbicê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd pîroz kirin

Meclîsa Malbata Şehîdan a Minbicê û Komîteya Azadî ji bo Rêbertiyê, Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şahiyekê ya li stada Beledî ya navenda bajar bi amadebûna endamên Saziya Malbatên Şehîdan, nûnerên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştre endama Komîteya Azadiya Rêbertî ya Minbicê Şehrîban Çawîş axivî û got: "Bi beşdarbûna tevahî pêkhateyan, zarok û malbatên şehîdan em li vir kom bûne da ku Rojbûna Rêber Ocalan pîroz bikin."

Çawîş banga pêkanîna fikirê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo avakirina nifşekî ku li ser xeta azadî, aştî û biratiyê dimeşe kir û got: "Nifşê pêşerojê bingehê avakirina civakeke demokratîk, edaletî û wekheviyê ye."

Li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê Hevserokê Meclîsa Zagûnsaz a Minbic û gundewarê wê Elî El-Ebo got, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikirê xwe yê dewlemend ku banga biratî û jiyana hevbeş dike, aştiya navxweyî di navbera pêkhateyan de xurt kir. El-Ebo got: "Bi vî fikirî em civakeke azad, bi edalet û wekhev ku hemû pêkhate û beş di rêvebiran wî de cih digirin, ava dikin."

Piştî axaftinan, Koma Malbatên Şehîdan a Stranan, straneke li ser rojbûna Ocalan gotin, komeke ji Helebê hunerên Helebî pêşkêş kirin.

Her wiha Koma Malbatên Şehîdan a Şanoyê şanoyek bi navê "Keça Şehîd" pêşkêş kir.

Di dawiya şahiyê de diyarî li zarokên şehîdan hatin belavkirin.