Li Minbicê li dijî dagirkeriyê meşiyan

Ji bo protestokirina êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê endamên Yekîtiya Werzîşê ya Minbicê peyama ‘Em ê faşîzma Osmaniyan hilweşînin’ dan.

Meş li ber Nexweşxaneya Firatê dikeve rojavayê bajêr destpê kir û li stada beledî li navenda bajêr bi dawî bû. Meşvanan pankartên bi nivîsên `Bi hêza werzîşvanan em ê bi serkeftin û bi giyana werzîşî em ê faşîzma osmanî bişkînin` û `Bi giyana Şehîd Canfîda em heta serketinê têbikoşin` hildan.

Meş li stada beledî rawestî û veguherî mîtîngê. Mitîng bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endamê rêveber ê Yekîtiya Werzîşê ya Minbicê û gundewarê wê Zawer Yamzûq daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Li gel zêdegaviyên Tirkiyê û çeteyên DAÎŞ, El-Nûsra û Mertala Firatê li ser axa me Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina her du bajaran Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Em vê êrîşê red dikin.

Bi navê tevahiya werzîşvanan bi çalakiya xwe em ji cîhanê re diyar dikin ku em yek in û wek werzîşvan em piştgiriya xwe bi hêzên leşkerî, Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê re radighînin û heta qewirandina terorîstê dawî em bi wan re ne.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Rûmetê û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.