Li Minbicê ji bo 25’ê Mijdarê meşek hate kirin

Li Minbicê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê jinên ciwan bi meşaleyan meşek lidarxistin.

Bi nêzîkbûna 25‘ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Jinan, bi pêşengtiya jinên ciwan ên Minbicê meşek pêk hat. Bi sedan şênî beşdarî meşê bûn.

Meş ji pêşiya nexweşxaneya Firatê ber bi navenda bajarê ve destpê kir.

Di meşê de pankartên bi nivîsên "Bi şoreşa jinê em ê civakeke bê tundî ava bikin" hatin hildan û dirûşmeyên şermezarkirina tundiya li dijî jinan hatin berzkirin.

Meş li navenda bajêr rawestiya. Li vir piştî deqeya rêzgirtin rêvebera Meclîsa Jinên Ciwan Tehanî Lezîz axivî, diyar kir ku sekna wan ji bo piştevaniya jinên cîhanê ye da ku hemû cûre tundî li dijî jinan bêne rawestandin.

Tehanî bal kişand ser berxwedana jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên DAÎŞ‘ê û got: "Dagirkerî bi kîn û wehşiyet jin û pêşketinên ku bi dest dixin dike hedef da ku berxwedanê wan lewaz bike. Lê sûcên ku li dijî jinan têne kirin îsrara me ya domandina xeta berxwedanê û şopandina rêya şehîdan bi hêztir dike."

Tehanî şehîd Hevrîn Xelef, Amara û Dayika Aqîda bibîr anî û bi navê jinên ciwan soz da ku dê xeta wan bişopînin heta civakeke bê tundî were avakirin.

Piştî axaftinan senevîzsyonek li ser jiyana şehîd Hevrîn Xelef hate pêşandan.

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû.