Li Mabetayê 10 leşker/çeteyên artêşa Tirk hatin kuştin

Li gundê Badîn ê navçeya Mabetayê 10 leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

Di roja 54'an a êrîşên dagirkerî û qirkirinê ya dewleta Tirk de li gelek herêmên Efrînê şerekî dijwar diqewime.

Li gundên Şadirê û Xezewiyê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê ji danê sibehê ve şerekî dijwar diqewime.

Li gundê Marate yê ser bi navenda Efrînê, tevî bomberdûmana bi balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, di navbera şervanên YPG/YPJ û leşker/çeteyên Tirk de şerekî dijwar diqewime.

Balafirên şer ên artêşa dagirkeran, ji danê sibehê ve bombeyan li gundê Kewkebê yê Efrînê dibarînin.

Li gundê Kefer Romê yê navçeya Şerayê jî, şervanên YPG/YPJ'ê derb li tankeke hêzên dagirker xistin.

Li gundê Badîn ê navçeya Mabetayê, şervanan li dijî leşker/çeteyên Tirk çalakiyeke xurt kirin. Di encamê de 10 leşker/çeteyên Tirk hatin kuştin.