Li Kobaniyê meş û bibîranîna şehîdan

Yekîtiya Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger ên Herêma Firatê, bi dirûşmeya “BI ISRARKIRINA DI XETA RÊBER APO DE EM Ê XETA ÎXANETÊ TÊK BIBIN” meşek lidarxistin.

Li Kantona Kobaniyê, bi sedan ciwan û jinên ciwan, li dijî îxanetê daketin qadan. Meş ji Qosê Kobaniyê destpê kir heta bi Goristana Şehîd Dîcle dewam kir. Ciwanan, gava meşê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan û alên Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan hildan û dirûşmeyên “Bimre xiyanet” û “Bijî Rêber Apo” berzkirin.

Ciwanan piştre berê xwe dan Goristana Şehîd Dîcle û li wir şehîd Mihemed Îbrahîm, Diyar Miho û Ebdula Miho bibîr anîn.

Di dawiyê de Hevseroka Xwendevanên Demokratîk a Herêma Firatê Hêvîdar Heranî axivî û diyar kir: “Em şehîdên xwe bibîr tînin, bejina xwe li ber wan ditewînin. Her sê şehîdên me xwendevan û xwedî zanebûnek a bilind bûn. Bi pênûsa xwe her dem li berxwe didan û bi pênûsê tola hevalên xwe hildan. Em ê heta dawiyê li ser rêya wan bin. Lê her ku dewleta Tirk êrîşê me dike, dixwaze îradeya me bişikîne, sivîl û fermandaran ji xwe re dike hedef, divê em jî her tim xurt bin û li beramber dagirkeriyê xwedî helwest bin.”