Li Kobanê zeviyên çandiniyê hatin şewitandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zeviyên çandiniyê yên dikevin rojavayê Kobanê dan ber topan û şewat derket.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zeviyên çandiniyê yên dikevin rojavayê Kobanê dan ber topan û şewat derket.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Cerablûsê bi cih bûne, zeviyên gundê Boraz ê dikeve rojavayê Kobanê dan ber topan.
Di encama topbaranê de agir bi zeviyên dexil ketin. Bê ku şewab berbelav bibe ji aliyê derdor ve hate vemirandin.
Duh jî dagirkeran zeviyên gundên Hec Îsmaîl, Keteş, Mişko û Bender ên dikevin rojavayê Kobanê kiribûn hedef û şewat derketibû.