Li Kobanê meş û konê li dijî dagirkeriyê

Li navçeya Çelebiyê ya Kobanê bi meşeke girseyî û konê berxwedanê berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê hate silavkirin.

Ji bo silavkirina şerê gerîla yê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û şermezarkirina hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re, li navçeya Çelebiyê ya Kobanê çalakî hatin lidarxistin.

Çalakiya destpêkê vedana konê berxwedanê bû.

Piştre jî bi pêşengiya Jin ên Ciwan ên Herêma Firatê, girseya gel li pêşiya Navenda Kongreya Star a navçeya Çelebiyê li hev civiya.

Girseya gel ber bi konê berxwedanê yê li pêşiya Meclîsa Navçeya Çelebiyê meşiya.

Di meşê de alên PKK'ê, wêneyên şehîdan hatin hildan û dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla" û "Bimire xiyanet" hatin qîrîn. Her wiha pankarta bi nivîsa "Werin cenga azadiyê, em ê xiyanetê têk bibin" hate hildan.

Li ber konê berxwedanê jî deqeyek rêz hate girtin û Hevseroka Kongreya Star a Navçeya Çelebiyê Zelîxa Nebo Elî daxuyanî da.

Elî anî ziman ku êrişên dagirkeriyê li ser tevahî Kurdistanê zêde bûne û wiha got, "Ev êriş bi hevkarên xayîn tên kirin. Em ê rê nedin dijmin ku axa me dagir bike. Heya dawî li çiya û li bajêr em ê piştgiriyê bidin berxwedana gerîla û xwedî li wan derkevin."

Li ser navê Dayikên Aştiyê Ronahî Hesen jî ev tişt got, "Carek din mala Barzanî, dewleta Tirk û hikumeta Kazimî dixwaze fermanekê bînin serê Êzidiyan. Êriş bi çeken giran li çiyayên azad li dijî gerîla pêk tên kirin. Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên biçek li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişê dibe ser sivîlan. Gelek sivîl ji ber êrişên dagirkeriyê şehîd ketin. Mafên mirovan têne binpêkirin, lê cîhanê guhê xwe li hember vê rastiyê girtiye. Dixwazin têkoşîn û berxwedana gelê Kurd têk bibin."

Hesen tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd jî bibîr xist û got, "Em wek Dayikên Aştiyê bang li hemû cîhanê û dewletên navneteweyî dikin ku li hemberî êriş û kiryarên dijmirovahî bêdeng nemînin. Em bang li dayikên pêşmergeyan dikin ku zarokên wan, çek li hember birayên xwe yên gerîla hilnedin."