Li Kobanê kon hatin vedan, xwedî li têkoşîna gerîla derketin

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qîna li Kobanê xwedî li têkoşîna gerîla derket û kona piştevaniyê vedan.

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qîna ji bo xwedî li berxwedana gerîlayan derkevin, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û îxaneta PDK’ê şermezar bikin, kon vedan.

Çalakiya kon bi dirûşmeya “Werin tevlî şerê azadiyê bibin em ê xiyanetê têk bibin” dest pê kir. Welatiyên ji navçeyên Çelebî, Sirîn, Şêran û Qîna, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên sivîl beşdarî çalakiyê bûn.

Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan ên Herêma Firatê Rengîn Osê axivî û êrîşên hevpar ên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê şermezar kir.

Rengîn Osê destnîşan kir ku gelê herêmê xwedî li gerîlayên ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk şerê hebûnê dike, derdikevin.

DÊ DU ROJAN BERDEWAM BIKE

Tê payîn ku çalakiya kon 2 rojan saet di navbera 10:00-15:00 de berdewam bike. Her wiha nûnerên Meclîsa Kantona Kobanê, Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, Kongra Star û Tevgera Ciwanên Şoreşger dê beşdarî çalakiyê bibin.

Di çalakiyê de wê di çarçoveya kampanyaya PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin jî îmze werin berhevkirin.