Li Kobanê Komkujiyên Parîsê hatin protestokirin
Li Kobanê ciwanan ji bo protestokirina Komkujiyên Parîsê ya 1’emîn û 2’emîn meşek li dar xistin.
Li Kobanê ciwanan ji bo protestokirina Komkujiyên Parîsê ya 1’emîn û 2’emîn meşek li dar xistin.
Bi dehan ciwanên ji Herêma Firatê û Kobanê û Yekîtiya Jinên Ciwan, ji bo protestokirina Komkujiyên Parîsê meşek li dar xistin û soza bilindkirina têkoşînê hat dayîn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê Berdevka Jinên Ciwan a Herêma Firatê Firyal Temî axivî û got ku ew ê li ser şopa şehîdan têkoşînê xurtir bikin. Firyar wiha pêde çû: “MÎT a Tirk ji ber ku dizane azadiya civakê bi azadiya jinê pêkan e, lewma timî êrîşê jinê dike. Em jin em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin.”