Li Kobanê di êrişa dewleta Tirk de Ekrem Ustek şehîd bû -NÛ BÛ

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker de ku bi balafira bêmirov a biçek li Kobanê kir, Ekrem Ustek şehîd bû.

Dewleta Tirk a dagirker îro serê sibehê bi balafira bêmirov a biçek êrîş başûrê Kobanê û navenda wê. Di êrişê de Ekrem Ustek (50) ê ji Bakurê Kurdistanê şehîd bû.

Ekrem Ustek sala 2014'an dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êriş bir ser Kobanê di çarçoveya banga seferberiyê de derbasî Rojava bûbû.

Ekrem Ustek ku zewicî û bavê du zarokan bû, xizmet ji Tevgera Azadiyê ya Kurd re kir. Ekrem Ustek salên 1990'î ji aliyê dewleta Tirk ve hate girtin û 10 salan di zindanê de ma. Kurekî Ekrem Ustek jî di zindanên dewleta Tirk de ye.

Cenazeyê Ekrem Ustek wê roja Pêncşemê saet di 14:00 de li Şehîdgeha Şehîd Dîcle bi merasîmekê bê veşartin.