Li Kobanê 60 kes tevlî perwerdeya Destwerdana Lezgîn a Tenduristiyê bûn
Li Kobanê û Sirînê bi beşdariya 60 kesî dewreya perwerdeyê ya ji bo Destwerdana Lezgîn a Tenduristiyê hate destpêkirin.
Li Kobanê û Sirînê bi beşdariya 60 kesî dewreya perwerdeyê ya ji bo Destwerdana Lezgîn a Tenduristiyê hate destpêkirin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker di her astê de rewşeke awarte heye. Rêveberiya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi vê têgihiştinê banga destpêkriina dewreyên perwerdeyê yên Destwerdana Lezgîn a Tenduristiyê kir.
Bi vê armancê, Nexweşxaneya Emel û Heyat a li Kobanê dewreya Destwerdana Lezgîn a Tenduristiyê da destpêkirin.
Heta niha 60 kes tevlî dewreya perwedeyê ya Destwerdana Lezgîn a Tenduristiyê bûne.
Di dewreya perwerdeyê de, li ser rewşeke gengaz û awarte ya êrîşê, têkildarî dermankirina nexweşan agahî têne dayin.
Ji beşdarên perwerdeyê Ciwan Ehmed diyar kir ku di vê dema awarte de gelek bûyer ji nişka ve diqewimin, lewma divê ew xwe ji her rewşê re amade bikin û got, "Bi rêya vê perwerdeyê em dixwazin xwe amade bikin ku nexweşan derman bikin. Her wiha birîndarên ji ber şewat û bûyerên bi vî rengî bigihînin cihên ewle."
Ciwan Ehmed anî ziman ku di êrîşeke gengaz de dibe ku rojane birîndar an jî nexweş çêbibin, lewma bang li her kesî kir ku beşdarî dewreyên bi vî rengî yên perwerdeya tenduristiyê bibin.