Li Kobanê 6 şehîd bi meşekê hatin bîranîn

Bi wesîleya salvegera 2'emîn şehadeta 6 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinê ya Ciwan, meşek li Kobanê hate lidarxistin.

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan Viyan Kobanê, Nûjiyan Ocalan û Rojîn Ehmed Îsa û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Welîd Mihemed Menal, Murhef Xelîl Îbrahîm û Mesûd Îbrahîm 2 sal beriya niha di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî navenda wan a li Kobanê de şehîd bûbûn.

Bi wesîleya salvegera duyemîn a şehadeta wan, bi sedan jin ên ciwan û ciwanên navçeya Qinê daketin qadan û bênavber dirûşmeya 'Soza me tolhildan e" qîriyan.

Meşê ji navenda navçeya Qinê destpê kir û heta rêya gundê Qasimê dewam kir.

Piştî meşê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Endama Yekîtiya Jinê ya Ciwan a navçeya Qinê Nezîma Mihemed axivî û got "Em soz didin ku em ê rêya şehîdên xwe bidomînin."

Nezîma Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk ji hêza jinê û ciwanan ditirse, lewma êrîşî wan dike û got, "Heta kesayetên weke Viyan û Nûjiyan hebin em ê her bi ser bikevin. Heta dilopa dawî ji xwînê em ê li ser xeta şehîdên xwe li ber xwe bidin, têbikoşin. Ji bilî wê tu rêyên me tune ne."

Çalakiya bîranînê bi dirûşman bi dawî bû.