Li Kobanê 2 şehîd hatin oxirkirin
Endama Hêzên Antî Terorê Besma Heyder (Çîçek Botan) û şervanê QSD’ê Lûey Mihemed Elî li Kobanê bi merasîmekê spartin axê.
Endama Hêzên Antî Terorê Besma Heyder (Çîçek Botan) û şervanê QSD’ê Lûey Mihemed Elî li Kobanê bi merasîmekê spartin axê.
Cenzaeya Endama Hêzên Antî Terorê Besma Heyder ya bi nasnav Çîçek Botan ku di salvegera komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêkhatî ji bo protestokirina komployê bedena xwe dabû agir, ji ber wê yekê bi giranî birîndar bibû û piştre şehîd bûbû û cenazeyê şervanê QSD’ê Lûey Mihemed Elî yê bi eslê xwe Ereb ku di dema li ser erka xwe bû ji aliyê kesên nediyar we hatibû sûîqestkirin, li Kobanê bi merasîmekê hatin oxirkirin.
Ji bo Heyder û Mihemed Elî li Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya Kobanê merasîmek hate lidarxistin.
Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtinê, ji rêveberên Daîreya Parastina Cewherî yê herêma Firatê Nebo Temo axaftinek kir. Temo banga xwedîderketina li şehîdan û parastina destketiyan kir.
Ji rêveberên PYD’ê yên herêma Firatê Almaz Ronî jî axivî û got: “Di demekî de ku em dixwazin yekîtiya Kurdan ava bikin, hikumeta Başûrê Kurdistanê bi yên di şehadeta zarokên gelê me de para wan heye re hevdîtinan pêk tîne. Ev rewş ji aliyê gelê me ve nayê qebûlkirin û bi tundî li dijî wê derdikeve.”
Berdevkê Têkiliyên bi Gel yê PYD’ê ya Sirînê Ezîz Kobanê jî axivî û diyarkir: “Cara yekê nîne ku xwîna Kurd û Ereb têkilhev dibe. Erdogan û çeteyên wî di mijara têkdana têkiliya bi hêz ya di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de careke din wê serketî nebe. Em hevdîtina hikumeta Başûrê Kurdistanê ya bi nûnerê DAÎŞ’ê Nesir El Herîrî re şermezar dikîn.”
Piştî axaftinan belgeryên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.
Cenazeya Besme Heyder li Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya Kobanê hate spartina axê.
Cenazeyê Şehîd Lûey Mihemed Elî jî li Şehîdgeha Şehîdan a navçeya Sirînê hate veşartin.