Li Kantona Qamişlo çalakiyên bibîranîna şehîdan pêk hatin
Bi wesîleya salvegera 18’ê Gulanê Roja Şehîan, li bajarên Qamişlo, Dêrik, Tirbespiyê û Til Hemis ên Kantona Qamişloyê merasîmên bibîranîna şehîdan hatin lidarxistin.
Bi wesîleya salvegera 18’ê Gulanê Roja Şehîan, li bajarên Qamişlo, Dêrik, Tirbespiyê û Til Hemis ên Kantona Qamişloyê merasîmên bibîranîna şehîdan hatin lidarxistin.
Bi wesîleya 18’ê Gulanê Roja Şehîdan, li bajarên Qamişlo, Dêrik, Tirbespiyê û Til Hemisê merasîmên bibîranînê hatin pêkanîn.
Li Qamişloyê li Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan şervanên YPG-YPJ’ê merasîmeke leşkerî pêk anîn û paşê jî endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mazlum Mihemed axivî.
Mihemed, diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja şehîdan xwedî wateyeke gelek girîng e û got, “Îro roja şehîdan ku azadî parastî ne.”
TIRBESPIYÊ
Li gundê Dogir ê Tirbespiyê li Şehîtgeha Şehîd Dilşêr merasîmeke bibîranînê pêk hat û welatiyên Kurd, Ereb, Suryanî û Mala Êzidiyan tevlî merasîmê bûn.
Şervanên YPG-YPJ’ê merasîmeke leşkerî pêk anîn û şehîd hatin bibîranîn.
TIL HEMÎS
Li Til Hemisê gelê navçeyê tevlî merasîma li şehîdgehê pêk hatî bû.
Şervanên QSD’ê merasîmeke leşkerî pêk anî û fermandarê QSD’ê Salar Amûdê û hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan axivîn û bal kişandin ser rista şehîdan.
Merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû.
DÊRIK
Li Dêrikê li Şehîdgeha Şehîd Xebat merasîma bibîranî pêk hat û malbatên şehîdan bi wêneyên şehîdan tevlî merasîmê bûn.
Şevanên YPG’ê merasîmeke leşkerî pêk anî û fermandarê YPG’ê Dilovan Cûdî axivî û bal kişand ser giringiya bibîranîna şehîdan.
Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Heqî Botan jî axivî, şehîd bibîr anîn û bal kişand ser rista şehîdan û civaka rêxistinkirî.
Piştî axaftinan, gorên şehîdan bi kulilkan hatin xemilandin û merasîm bidawî bû.