BI DÎMEN

Li Kantona Firatê amadekariyên cejna Remezanê

Gelê kantona Firatê bi coşeke mezin amadekariyên cejna Remezanê dike.

AMADEKARIYÊN CEJNA REMEZANÊ

Gelê Kantona Firatê amadekariyên cejna Remezanê dike. Gel bi girseyî di nava sûkê de ji bo kirîna şîranî, cil û berg, kel û pelên cejnê di nava tevgerê de ne. Gel bi moral, kêfxweşî, bi wesîleya serketina gel a di hilbijartinên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de, ruhê Newrozê û kêfxweşiya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cejna Remezanê pêşwazî dike.

Wê di sibeha cejna Remezanê de gel berê xwe bide mizgeftan û nimêja cejnê di berbangê de bikin. Piştre jî gel wê berê xwe bide goristanên şehîdan, piştî wê di nava civakê her kes cejnê li hevdû pîroz dikin.