Li kampa Waşûkanî agir bi konekî ket: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan

Li Kampa Waşûkanî ya li rojavayê bajarê Hesekê ye, agir bi konekî ket. Di encamê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan ku birayên hev bûn.

Li Kampa Waşûkanî xelkê Serêkaniyê dimîne ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ji neçarî koçber bûne.

Şeva Şemiyê li vê kampê agir bi konekî ket. Di encamê de Ebid Mehmûd Semo (6) û Zahir Mehmûd Semo (5) ku birayê hev bûn, jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyan, heta ku tîmên vemirandina şewatê gihîştin qadê, agir bi 5 konên din ket.

Li ser sedema şewatê agahî bi dest neket.