Li Hesekê û Dirbêsiyê Newroz: Gerîla hatin silav kirin

Di pîrozbahiyên Newrozê yên li Hesekê û Dirbêsiyê de çalakiyên gerîla hatin silavkirin.

Şêniyên Hesekê û navçeya Dirbêsiyê bi coş diherikin qadên Newrozê. Li Hesekê şahiya Newrozê li herêma Bendava Xerbî û li navçeya Dirbêsiyê jî li gundê Col Bistan e. 

Hêzên Ewlekariya Hundirîn qadên şahiyan diparêzin. Her wiha tîmên Heyva Sor a Kurd, tîmên tenduristiyê û ambulans li nêzî qadan in da ku di dema pêwîst de mudaxele bikin.

Dayikên şehîdan agirê Newrozê li her du şahiyan dadan.

HESEKÊ

Li Newroza Hesekê endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê navçeya Şedadê Refet Derwêş axivî û got: "Gerîla agirê Newrozê bi çalakiya xwe ya li dijî artêşa Tirk a dagirker, careke din gur kir. Dîmenên çalakiyan, israr û biryardariya gerîla ji bo têkbirina dagirkeriyê nîşan didin."

Her wiha hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Leyla Qehreman axivî û Newroz li gelê Sûriyeyê pîroz kir û têkoşîna gelê herêmê û dayikên şehîdan silav kir.

DIRBÊSIYÊ

Li Newroza ku li gundê Çolbistan ê navçeya Dirbêsiyê hatiye lidarxistin, berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axivî û got, gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de li hemberî siyasetên qirkirin û dagirkirinê li ber xwe da.

Rîhan Loqo, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku armanca tecrîdê ew e ku Ocalan ji gel dûr bixin û gel stû ji pergala kapîtalîzmê re xwar bike.

Rîhan Loqo, bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê ku bi salan şerê DAÎŞ’ê kirine û ji bo azadiyê tê dikoşe, dike. Loqo, bêdengiya li hemberî êrîşên dewleta Tirk şermezar kir.

Rêveberê Meclîsa Kantona Cizîrê Şiyar Mihemed jî got PKK’ê bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz li Kurdistanê û cîhanê nûjen kir û wiha axivî: "Tu kes nikare têkoşîna gelê me yê berxwedêr bişkîne."

Piştî axaftinan komên çand û hunerê berhemên xwe pêşkêş kir û beşdaran govend gerand.