Li Hesekê pîrozbahiya 1’ê Gulanê hat li darxistin

1’ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê, li Hesekê bi boş hat pîrozkirin.

Sendîkaya Karkeran a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), li meydana Suryanî ya li taxa Nasira ya Hesekê, bu dirûşmeya “Em bi têkoşîna 1’ê Gulanê berxwedana gel silav dikin” pîrozbahî hat lidarxistin. Bi sedan kes tevlî pîrozbahiyê bûn.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Piştre Hevserokê sendîkaya karkeran ya Kantona Hesekê, Kemal Elî daxuyanî da.

Di daxuyaniyê wiha hat gotin: “Em bi têkoşîn û ruhê 1’ê Gulanê li hemberî zihniyetên otorîter û înkarê, di vê roja dîrokî ya qehremanî û biryardariyê de, hemû kedkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav dikin. Em kar dikin ji bo ku jiyaneke bi rumet, jiyaneke baştir, mercên xebitînê û destkeftiyên civakê bên parastin. Her wiha em ji bo avakirina civakek demokratîk û azad hewl didin.”

Di daxuyaniyê de berxwedana gerîla ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker hat silavkirin û hat destnîşan kirin: “Heya ku em di 1’ê Gulanê de serkeftinê dabîn dikin, emê bi ruhê serkeftinê têkoşîna Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilind bikin.”

Piştre Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso, 1’ê Gulanê li hemû kedkarên li her çar aliyên cihanê pîroz kir û têkoşîna wan ya li hemberî zilm û înkarê silav kir.

Endama Koordînasyona Kongra Star Welîda Botî jî bal kişand ku sîstema kapîtalîst mafên karkeran binpê dike û dema ku karker dixwazin ji bo mafê xwe yên rewa têbikoşin jî, wana desteser dikin.

Botî wiha axaftina xwe domand: “Dewleta Tirk ji bo ku li hemberî îradeya gelê Kurd serbikeve, êrîşî PKK’ê ku gelê Kurdistanê diparêze dike.”

PYD bi boneya rojê plaket diyarî Sendîkaya Karkerên Kantona Hesekê kir.

Pîrozbahî bi stranên şoreşgerî yên Koma Tolhildan û gerandina govendê bi dawî bû.